Îsraîl Yekîneya Taybet a 'Shaldag' ji bo têkbirina Santrala Fordo ya Îranê bikar tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Eger Serokê Amerîkayê Donald Trump di alozîya Îsraîl û Îranê de destwerdaneke serbazî neke, Îsraîl planên nû ji bo têkbirina santrala Fordo atomî ya Îranê datîne, yek ji van planên herî berbiçav, bikaranîna yekîneya taybet a hêzên asmanî ya bi navê 'Shaldag' e.
Li gorî kenala “Fox News” a Amerîkî, heke rêveberiya Trump biryar bide ku rasterast destêwerdana leşkerî di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de neke, Îsraîl dê neçar bimîne ku bi awayekî serbixwe tevbigere. Di vê çarçoveyê de, yek ji planên sereke yên Îsraîlê ew e ku yekîneya xwe ya taybet a bi navê 'Shaldag' (Yekîneya 5101 a Hêzên Asmanî) ji bo têkbirina Santrala Fordo a Pîtandina Uranyumê bi kar bîne.
Ev yekîne xwedî ezmûneke girîng a operasyonên bi vî rengî ye. Di meha Îlona sala borî de, endamên yekîneya Shaldag di operasyoneke serkeftî de karîbûn xwe bigihînin kargeheke veşartî ya çêkirina mûşekan a Îranê ku li Sûriyeyê di bin erdê de hatibû avakirin.
Berpirsê berê yê îstixbarata serbazî ya Îsraîlê, Amos Yadlin, ji “Fox News” re ragihand, ew kargeha li Sûriyeyê gelekî dişibiya Santrala Fordo. Yadlin got: "Tevî ku qebareya wê biçûk bû, mûşekên balîstîk ên pêşketî û hûrbîn bi teknolojî û pereyên Îranê li wir dihatin çêkirin."
Yadlin diyar kir, Îsraîlê berê çend caran bi rêya êrîşên asmanî hewl dabû wî cihê veşartî têk bibe, lê ji ber ku 90 metre di bin erdê de bû, bi ser neketibû. Lewma, leşkerên yekîneya Shaldag ketine nav kargehê, bombeyên xwe bi cih kirin û piştre ji dûr ve teqandin. Tê gotin ku Santrala Fordo jî, ku dikeve nav çiyayên başûrê Tehranê, di heman kûrahiyê de ye.
Yadlin herwiha got: "Her kesê bixwaze bi lez dawî li şer bîne, divê rêyeke çareseriyê ji bo mijara Santrala Fordo bibîne."
Nêrîna cuda ya Trump
Berevajî van gotinan, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh înê nêrîneke cuda anî ziman û got: "Îsraîl nikare bi tena serê xwe Santrala Fordo ji nav bibe. Şiyanên Îsraîlê gelekî bi sînor in. Ew dikarin bikevin beşeke biçûk, lê nikarin bi kûrahî bikevin nav santralê, şiyaneke wan a wisa nîne."