Pentagon ji K24ê re: Me binkeya atomî ya Fordo bi temamî wêran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth di bersiva pirsên peyamnêrê Kurdistan24ê de ragihand, nirxandinên wan ên li ser ziyanên li bernameya atomî ya Îranê berdewam in, lê wan binkeya Fordo bi temamî wêran kiriye û hişyarî da ku dê bi tundî bersiva her êrîşeke Îranê bidin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth îro 22ê Hezîranê derbarê êrîşên ku welatê wî birine ser binkeyên atomî yên Îranê de, bersiva pirsên peyamnêrê Kurdistan24ê Rehîm Reşîdî da.
Hegseth got: "Nirxandinên me yên derbarê ziyanên ku me gihandine bernameya etomî ya Îranê hîn berdewam in, lê di nirxandinên destpêkê de ji bo me eşkere bû ku me cihên armancgirtî bi awayekî gelekî hûr bombebaran kirine."
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê tekez kir, binkeya atomî ya Fordo armanca wan a sereke bû û got, "Me karî wê bi temamî wêran bikin."
Pete Hegseth herwiha hişyarî da û got: "Îran li kîjan cihî êrîşî me bike, çi li Sûriyeyê, çi li Iraqê, yan jî li Kendavê be, em ê bi tundî bersiva wan û mîlîsên wan jî bidin."
Pirsên peyamnêrê K24 û bersivên Hegseth:
Peyamnêrê Kurdistan24: Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku we bernameya atomî ya Îranê bi temamî ji nav biriye? Derbarê mûşekên dûravêj de hûn dibêjin çi, bi taybet ku Îsraîl her tim dibêje ku ew mûşek gefeke cidî ne li ser Îsraîlê.
Pete Hegseth: Nirxandinên me yên derbarê ziyanên ku me gihandine bernameya atomî ya Îranê de, hîn di bin lêkolînê de ne. Di nirxandinên me yên destpêkê de ji bo me eşkere bû ku me hemû ew cihên ku armanca me bûn bi awayekî gelekî hûr bombebaran kirine, bi taybetî jî li Fordo ku armanca me ya sereke bû û me bi temamî wêran kir.
Peyamnêrê Kurdistan24: Bersiva we dê çi be eger Îran an jî mîlîsên ser bi Îranê ve êrîşî hêzên Amerîkayê yên li herêmê bikin?
Pete Hegseth: Îran li kîjan cihî êrîşî me bike, çi li Sûriyeyê, çi li Iraqê yan jî li Kendavê be, em ê bi tundî bersiva Îranê û mîlîsên wê jî bidin.
Êrîşa Amerîkayê ya li ser binkeyên etomî yên Îranê
Îro danê sibê firokeyên şer ên Amerîkayê her sê binkeyên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê bombebaran kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşê de ragihandibû: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê binkeyên etomî yên Îranê bi dawî kir."
Trump herwiha gotibû, "Pîrozbahiyê li serbazên me yên mezin ên Amerîkî dikim. Ti artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye."