Mesrûr Barzanî: Nerînên cuda li ser parvekirina postên kabîneya nû hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 25.06.2025) di konferanseke rojnamevanî de li ser avakirina hikûmeta nû hin daxuyanî dan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Me gelek bizav kir di demeke pir kurt de hikûmetê ava bikin. Rastî ev e ku em dixwazin hikûmetek pêk bê ku pirsgirêk tê de çê nebin. Me penaya xwe nebir ber hikûmeteke piraniyê. Eger ne, me dikarîbû ew biryar bidaya."
Mesrûr Barzanî got, "Li ser postan hin nêrînên cuda hene. Me li ser ecêndaya hikûmetê li hev kiriye. Bi YNKê re nêrîneke me ya hevpar heye û em niha li ser parvekirina postan diaxivin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa edilandina destûrê û îhtîmala kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê de jî got, "Ger destûr bê edilandin, em dê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê zêdetir mafan bixwazin, ne kêmtir."