Rêveberiya Xweser: Divê rojnamevan Hesen Zaza demildest bê berdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza li Şamê ji aliyê hêzên ewlekariya hikumeta Sûriyê ve bi tundî şermezar kir û daxwaza serbestberdana wî ya demildest kir.
Li gorî daxuyaniya ku hatiye weşandin, rojnamevan Hesen Zaza bêyî ku ti biryareke yasayî yan dadwerî hebe, hatiye binçavkirin. Daîreyê destnîşan kir, ev kiryar binpêkirineke eşkere ya nirxên mirovî û qanûnên navneteweyî ye ku parastina karê ragihandinê dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, binçavkirina Hesen Zaza weke binpêkirina Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan û Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî, bi taybetî Madeya 19an a ku azadiya nêrîn û derbirînê garantî dike, hat pênasekirin.
Daîreya Ragihandinê bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û yên têkildarî azadiya çapemeniyê kir ku bi lezgînî destwerdanê bikin.
Di bangê de hat xwastin ku zext li ser rayedarên hikumeta Sûriyê were kirin da ku Hesen Zaza serbest berdin û dawî li van kiryarên li dijî rojnamevanan bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Daîreya Ragihandinê tekez kir, ew ê li ser erkê xwe yê parastina azadiya çapemeniyê û mafê gel ê gihîştina agahiyan berdewam bin û got: "Ev kiryar dê me ji berdewamiya karê me yê çapemenî yê azad û serbixwe paşde nexe."