Piştî 11 Salan, ciwanekî Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ragihand, piştî 11 salan ji dîlgirtinê, ciwanekî din ê Kurdê Êzidî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hate rizgarkirin û vegeriya nav malbata xwe. 

Berpirsê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaîdî îro 29ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ciwanê bi navê "Rewend Nayîf Hemîd" piştî operasyoneke taybet hate rizgarkirin û îro gihişte nav kesûkarên xwe.

Rewend ê niha 18 salî, xelkê komelgeha Xanesorê ya ser bi Şingalê ve ye. Dema di sala 2014an de hat revandin, ew tenê 7 salî bû. Qaîdî got, "Piştî ku zanyarî gihîştin me ku ew li gundekî nêzîkî Reqayê ye, me demildest hemû rêkar girtin ber çavan û di demek kurt de ew rizgar kir."

Qaîdî amaje bi rewşa trajîk a malbata Rewend kir û got, "Rewend yekem kes e ji malbata xwe ya 8-kesî ku çarenivîsa wî diyar dibe, ji ber ku hemû endamên din ên malbatê hîn jî winda ne." Da zanîn jî, ji eşîra Rewend 77 kes hatibûn revandin û heta niha 38 ji wan hatine rizgarkirin.

Ev nûçe tenê du roj piştî rizgarkirina keçeke din a Êzidî tê. "Dîma Emîn" a 23 salî, xelka gundê Koçoyê, ku di 13 saliya xwe de ligel 8 endamên malbata xwe hatibû revandin, roja Înê ji destê DAIŞê hatibû xilaskirin.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, rêxistina terorîst a DAIŞê komkujî anî ser Kurdên Êzidî yên Şingalê û di encamê de 6417 kes revandin. Ev bûyer wek jenosîd tê naskirin û bûye sedema karesateke mirovî ya mezin.

Li gorî amarên dawî yên ku Husên Qaîdî eşkere kirin, heta niha bi giştî 3589 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa zêdetirî 2500 kesên din hîn jî ne diyar e û hewlên ji bo dîtin û rizgarkirina wan bi awayekî berdewam didomin.

 
Fly Erbil Advertisment