Îran ji bo destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re mercekî nû datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî egera ku danûstandinên atomî yên ligel Amerîkayê bi lez û bez ji nû ve dest pê bikin, red kir, lê di heman demê de tekez kir ku "deriyên dîplomasiyê ti caran nayên girtin."
Araqçî, ku ji kanala Amerîkî CBS re axivî, amaje bi êrîşên hefteya borî yên li ser navendên atomî yên welatê xwe kir û got: "Teknolojî û zanista pîtandina uranyumê bi bombebaranê jinav naçin." Herwiha diyar kir, Îran dikare ziyanên ji ber êrîşan çêbûne bi lez sererast bike.
Derbarê destpêkirina gotûbêjan de, Wezîrê Derve yê Îranê mercekî girîng danî pêş û sedema vê yekê wiha anî ziman: "Ez bawer nakim danûstandin bi vê lezê ji nû ve dest pê bikin. Berî ku em biryara beşdarbûnê bidin, divê em pêşî piştrast bibin ku Amerîka di dema gotûbêjan de êrîşî ser me neke."
Araqçî da zanîn, ligel van şert û mercan, pêwîstiya wan bi demeke zêdetir heye, lê tekez kir ku "deriyên dîplomasiyê ti caran nayên girtin."
Li ser pirsa gelo dê Îran berdewam be li ser pîtandina uranyumê yan na, Îraqçî got: "Bernameya atomî ya aştîxwaz, bûye mijara şanazî û serbilindiya neteweyî, ji ber vê yekê gel dê bi hêsanî dev ji pîtandina uranyumê bernede."
Ebbas Araqçî di dawiya axaftina xwe de amaje bi şerê dawî yê bi Îsraîlê re jî kir û wiha got: "Di şerê 12 rojan de, me îsbat kir ku şiyana me ya parastina xwe heye. Eger em rastî her cure destdirêjiyê werin, em dê di parastina xwe de berdewam bin."