Asayiş: Li Silêmaniyê 2 dron ketin xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Taslûce ya parêzgeha Silêmaniyê dengekî bihêz ê teqînê hat bihîstin û li cihê bûyerê agir derket.

Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ku ji jêderekî ewlehiyê wergirtine, dengê teqînê ji ber ketina dronekê bûye.

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Silêmaniyê Eqîd Selam Ebdulxaliq di daxuyaniyekê de got: "Demek berê du dron li navçeya Taslûce ya Silêmaniyê ketin xwarê û tîmên lêkolînê yên Dezgeha Asayîşa Herêmê demildest gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. "

Eqîd Selam Ebdulxaliq da zanîn, di bûyerê de ti ziyaneke canî çênebûye.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment