Hesen Ehmed: Rewşa navxwe ya Tirkiyeyê û zexta jeopolîtîk, pêwîstî bi rêkeftina ligel Kurdan heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporê Peywendiyên Navdewletî Dr. Hesen Ehmed Mistefa, li ser "pêvajoya çekdanîna PKKê" eşkere kir ku sê faktorên sereke yên siyasî, aborî û jeopolîtîk hene ku Tirkiye neçarî destpêkirina vê pêvajoyê dikin. Dr. Ehmed herwiha tekez kir, astengiya herî mezin a li pêşiya serkeftinê, "pirsgirêka baweriyê" ya kûr a di navbera herdu aliyan de ye.

Dr. Hesen Ehmed di beşdariya xwe ya di bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de behsa "kodên li pişt bûyeran" kir û li ser sê xalên bingehîn rawestiya:

1. Faktora navxweyî ya siyasî û hilbijartin:

Dr. Ehmed rave dike ku rewşa siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê, bi taybetî nêzîkbûna hilbijartinên 2028an, faktoreke sereke ye. Ew dibêje, "Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ji bo ku di desthilatê de bimîne, pêwîstiya wê bi gaveke dîrokî heye. Erdogan be yan her kesekî din be, ji bo serkeftinê, pêwîstiya wan bi dengê Kurdan heye. Lewma ji bo rizgarkirina siyaseta xwe û tifaqa xwe ya bi MHPê re, neçar in bi Kurdan re li hev bikin."

2. Faktora aborî û lêçûna şer:

Li gorî Dr. Ehmed, rewşa aborî ya Tirkiyeyê ku di 23 salên dawî de di asta herî xirab de ye, zexteke mezin çêdike. Wî got, "Lêçûna şerê li dijî PKKê, destêwerdana li Sûriye, Iraq, Lîbya û Azerbaycanê, barê Tirkiyeyê giran kiriye. Ji ber vê yekê, Tirkiye dixwaze vê pirsê çareser bike, da ku aboriya xwe ya navxweyî sererast bike."

3. Faktora jeopolîtîk û rûbirûbûna Îranê:

Xala sêyem û ya herî girîng li gorî Dr. Ehmed, guhertinên jeopolîtîk ên li herêmê ne. Ew dibêje, "Tirkiye dixwaze 'karta Kurdî' li hember 'Hilala Şîe' ya ku Îran li herêmê ava dike, bikar bîne. Îran xwedî karta bereya berxwedanê, atom û mûşekan e; tekane karta ku di destê Tirkiyeyê de li hember Îranê heye, karta Kurdî ye. Ji bo vê yekê, pêwîst e Tirkiye li Sûriye û Iraqê bi Kurdan re li hev bike, da ku bikaribe vê kartê bi kar bîne."

Pirsgirêka sereke: Bêbawerî

Dr. Hesen Ehmed amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka herî mezin a vê pêvajoyê nebûna baweriyê ya di navbera PKK û dewleta Tirk de ye. Wî got, "Di pêvajoyên berê de, komên ku ji bo avakirina baweriyê xwe radest kirin, hatin girtin. Ev yek bû sedema bêbaweriyeke kûr. Herwiha, di nava PKKê de bi hezaran çekdarên Kurdên Îran û Sûriyeyê hene. Çarenivîsa wan dê çi be? Ev pirs ne diyar e."

Dr. Ehmed herwiha anî ziman ku daxwazên herdu aliyan jî nakok in; Tirkiye "xweradestkirina bê şert û merc" dixwaze, lê Kurd jî beriya her tiştî guhertinên destûrî, azadkirina girtiyan û pêngavên şênber dixwazin.

Rola Herêma Kurdistanê

Derbarê rola Herêma Kurdistanê de, Dr. Ehmed got, "Bêguman rola Herêma Kurdistanê di vê pirsê de û di jeopolîtîka herêmê de roleke yekalîker e. Herêm di navbera sê împaratoriyên dîrokî (Tirk, Ereb û Faris) de ye û dergehê wan ber bi cîhanê ve ye. Lê ji bo ku Herêma Kurdistanê bikaribe alîkariyê bike, divê pêşî alî bi xwe alîkariya xwe bikin û baweriyê di navbera xwe de ava bikin."