Goran: Rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê biryareke siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevgera Goranê tekezê li ser çarekirina arêşeya mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dike û radigihîne, “Rawestandina mûçeyan biryareke siyasî û nedestûrî ye li dijî xelkê Kurdistanê.”
Civîna neteweyî ya asayî ya Tevgera Goranê îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) bi serperiştiya Berpirsê Rêkxistinê yê Giştî li mekoya sereke li taxa Kurdsatê ya bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.
Di wê civînê de, tekez li ser çareserkirina pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê di navbera her du hikûmetan de hat kirin, bi taybetî jî ku biryara rawestandina mûçeyên fermanberan ji aliyê Wezareta Darayî ya hikûmeta federal ve wekî biryareke siyasî û nedestûrî li dijî xelkê Herêma Kurdistanê ye.
Herwesa behsa wê yekê jî hat kirin ku, di vê çarçoveyê de û bi liberçavwergirtina barê jiyana fermanberên Herêma Kurdistanê, em daxwaz dikin ku ev pirsgirêk li ser bingeha destûr, qanûn û biryarên Dadgeha Federal bê çareserkirin û êdî mûçe nebe kareteke siyasî.