Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mihsin Amêdî bû

Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mihsin Amêdî bû
Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mihsin Amêdî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî behiya tekoşer û kesatiyê navdar ê devera Badînanê Mihsin Amêdî bû, serexweşî li malbata Xudêjêrazî kir û hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarê wî diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê tevlî behiya tekoşer û kesatiyê navdar ê devera Badînanê Mihsin Amêdî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serexweşî li malbat û kesûkarên Xudêjêrazî kir, hevxemiya xwe jê re diyar kir û hêvî xwest ku Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê jî bide malbat û kesûkar û hevalên wî.

Malbata Mihsin Amêdî rêz û spasiyên xwe ji bo serexweşî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di behiya wan de diyar kir.

 

 
Fly Erbil Advertisment