Agir li çiyayê Gabarê ket

Çiyayê Gabarê
Çiyayê Gabarê

Diyarbekir (K24) - Li Şirnexe, agir li çîyayê Gabarê ket. Ji bo vemirandinê xebat û çalakî ji erd û asmanan berdewam dikin. 

Li herêma Çiyayê Gabarê, li alîyê Basa  ya navçeya Şirnexê  agir bi daristanê ket. Ji bejahî û ji hewayî bi helîkoptereka vemirandina agir a cendirmeyan ku ji Dîyarbekirê hatiye mudaxele li agir tê kirin. 

Li herêma Çiyayê Gabarê ya nêzî gundê Zêvê yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, ji ber sedemeke nediyar, di ewarî de agir bi daistanê derket. Ji ber bayê, agir zû mezin bû. Tîmên Rêveberiya Daristanan û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Tîm ji bejahî û ji hewayî bi helîkoptereke vemirandina agir mudaxele dikin, ku ev agir nêzîkî bîrên petrolê ye.

 
Fly Erbil Advertisment