Li Diyarbekirê çinîna zebeşan dest pê kir, lê berhem ne li gorî dilê cotkaran e
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, ku bi zebeşên xwe yên navdar tê nasîn, demsala çinînê dest pê kir. Karker di bin germahiya ku digihîje 40 pileyî de zebeşan berhev dikin, lê îsal berhem ne li gorî dilê cotkaran e. Ji ber zirara ku sermayê û teyrokê (zîpik) daye, ligel zêdebûna lêçûnan, cotkar ji nirxê firotinê ne razî ne.
Zebeş bi sedan sal in weke yek ji sembolên herî girîng ên Diyarbekirê tê dîtin û di asta Kurdistan û cîhanê de bi mezinbûn û tama xwe navdar e. Li gorî zanyariyan, îsal li ser rûberê nêzîkî 50 hezar donim erdî çandiniya zebeşan hatiye kirin.
Cotkarê zebeşan Murat Elvan diyar dike ku wan dest bi şandina berhemên xwe bo bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kiriye, lê ji berhemê ne kêfxweş in.
Elvan dibêje: "Li Diyarbekirê berhevkirina zebeşan nû dest pê kir. Em dişînin her aliyê Tirkiyeyê, ji Stenbol û Trabzonê heta Çewlîg û Êlihê. Lê îsal ji ber teyrok û sermayê ziyan li me bû. Em ji serê donimê 8-9 ton berhem radikin, ku ev ji salên borî kêmtir e."
Ked û zehmetiya herî mezin li ser milê karkerên berhevkirinê ye. Ew di bin tava tîr û germahiya dijwar de dixebitin. Karkerek bi navê Îzzet vê rewşê wiha tîne ziman: "Îsal karê me zêde ye lê pere nake. Dema bihayê wê kêm be heqê karkeran jî dernakeve. Piştî ku me çand, du caran teyrokê lê da û wê jî zerer gihand berhemê."
Pirsgirêk ne tenê ji bo cotkar û karkeran e. Şofêrên barhilgiran jî ji ber bihabûna sotemeniyê (mazotê) gilîdar in. Şofêr Rıdvan, ku ji Wanê hatiye, dibêje: "Ez ê van zebeşan bibim Wanê bifiroşim. Lê ji ber ku mazot gelek biha ye, em bi zehmetî lêçûnên xwe derdixin.”
Yek ji mijarên herî balkêş jî cudahiya mezin a di navbera nirxê zebeşan de ye. Dema ku cotkar li zeviyê kîloya zebeşan bi 2-3 Lîreyên Tirkî difiroşe, ev nirx li bazaran digihîje 10 lîreyan û li hin marketên mezin heta 20 lîreyan jî tê firotin.