Mesrûr Barzanî û Meşhedanî pirsa mûçe û mafên darayî yên Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir. Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku divê pirsgirêka mûçeyan di zûtirîn dem de were çareserkirin û karmendên Herêmê nebin baca nakokiyên siyasî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Tîrmehê pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî û şandeya pê re kir. 

Di civînê de, ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran Şaxewan Ebdullah û Serokê Komîteya Destpakiyê ya Encûmenê Ziyad Cenabî jî amade bûn, gotûbêj li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin kirin, bi taybetî mijara mûçe û mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê.

Her du alî hevnêrîn bûn ku divê bi ti awayî mijara mûçeyê bi pirsgirêk û nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û karmendên Herêma Kurdistanê nebin baca van nakokiyan.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e di zûtirîn dem de pirsgirêka mûçeyê were çareserkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin. Di vê derbarê de, guftûgoyên di navbera her du hikûmetên Herêm û Federal berdewam in, ji bo kêşe di van çend rojan de bê çareserkirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê û mafên destûrî yên qewareya Herêma Kurdistanê kirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment