Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Wekîlê Mîrê Êzidiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika Wekîlê Mîrê Êzidiyan, Mîr Herman Mîrza Beg, peyameke sersaxiyê şand û hevxemiya xwe ya kûr nîşan da.

Di peyamê de, Serokwezîr Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedêjêrazî Elmas Elî Beg anî ziman û hevxemiya xwe ligel malbata wan nîşan da.

Naveroka peyama sersaxiyê:

Birêz Mîr Herman Mîrza Beg, Wekîlê Mîrê Êzidiyan;

Ji bo koça dawî ya dayika we (Elmas Elî Beg), ez sersaxiyê li malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me.

Xwedayê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebr û hedanê bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

06.07.2025