Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

Serok Barzanî û Îrfan Ebdilezîz
Serok Barzanî û Îrfan Ebdilezîz

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir û pê re li ser rewşa siyasî ya bûyerên vê dawiyê yên deverê û bandora wan hevkêşe û bûyeran li ser tenahiya Iraq û deverê gengeşe kirin.

Baregayê Barzanî îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) di ragihandinekê de amaje da, “Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

Di wê ragihandinê de hatiye, “Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya bûyerên vê dawiyê yên deverê û bandora wan hevkêşe û bûyeran li ser tenahiya Iraq û deverê li hev guhertin.”

Her di wê civînê de tekez li ser têkilî û hevahengiyên di navbera aliyan de ji bo derbasbûna ji qbexwaziyan hat kirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment