Geştên asmanî yên di navbera Tehran û Silêmaniyê de dîsa dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêla Asmanî ya Mahan a Îranî ragihand, ew ê ji 18ê Tîrmeha 2025an ve geştên xwe yên asmanî yên di navbera Tehran û Silêmaniyê de, ji nû ve bide destpêkirin, ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî hatibûn rawestandin.
Beşa Têkiliyên Giştî û Ragihandinê ya Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ev agahî piştrast kir û diyar kir, li gorî nexşerêya ku ji aliyê Hêla Asmanî ya Mahan ve ji wan re hatiye şandin, geşt dê di navbera Tehran-Silêmanî-Tehran de pêk werin.
Rêveberê Ragihandin û Têkiliyan ê Firokxaneya Silêmaniyê Dana Mihemed ji K24ê re ragihand, di destpêkê de Hêla Asmanî ya Mahan dê hefteyê carekê geştekê di navbera herdu firokxaneyan de pêk bîne û ji bo meha bê jî ev hejmar dê bibe du geşt.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku berbanga roja 13ê Hezîrana borî, Îsraîlê êrîşeke esmanî ya berfireh biribû ser Îranê û hejmarek baregehên leşkerî û navendên wê yên atomî bombebaran kiribûn.
Di encama wan êrîşan de, zêdetirî 20 fermandarên leşkerî û 17 zanyarên atomî hatibûn kuştin, û baregehên leşkerî û ewlehiyê yên li bajarên Tehran, Îsfehan, Kerec, Tewrêz û Kirmaşanê bûbûn armanc. Wê demê berpirsên Îsraîlê ragihandibûn ku wan karîbû bigihîjin armancên xwe.
Ji ber destpêkirina wî şerî, Îranê hemû geştên xwe yên navxweyî û derve rawestandibûn. Vê yekê bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê jî kiribû, ku beşek ji pêwendî û girêdanên wê bi Îranê re bi rêya asmanî pêk dihat. Ji bo telafîkirina vê valahiyê, Herêmê zêdetir pişta xwe bi hatûçûna bejahî girêdabû, ku ew jî rêyeke sereke ya bazirganî û geştiyariyê ya di navbera herdu aliyan de ye.