PDK û YNK: Em ê qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî bi dawî hat û daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin.
Li gor daxuyaniyê, herdu alî li ser wê yekê li hev kirine ku hemû hewl bên zêdekirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Her wiha hat tekezkirin ku hemû pêngavên pêwîst di çarçoveya destûrê de û bi hevahengiya herdu aliyan bên avêtin.
Beşeke din a civînê taybet bû bi xurtkirina pêwendiyên navbera PDK û YNKê bû, bi armanca derbaskirina astengiyan û parastina qeware û destkeftên Herêma Kurdistanê.
Di heman demê de, PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê kirin, da ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin alîkar û piştgir.