Cîgirê Serokê PSKê: Çekberdana PKKê û mafê Kurdan tiştên ji hev cuda ne
Enqere (K24) – Piştî çekdanîna komeke gerîllayên PKKê bi helwesta nêtpakiya bo proseya aştiyê niha hemû çav li avakirina komisyona ku dê li parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin e. Ligel ku aliyê DEM Partî dibêje tevî gava çekdanînê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê bo Kurdistanê cihê nakokiyê ye, Partiya Kurdistanî PSK jî dibêje çekdanîn û Maf û Heqê Kurdan du tiştên ji hev cuda ne.
Pêvajoya çareseriyê piştî ku 30 gerîlayên PKKyê çekên xwe şewitandin careke din bi germî di rojeva Tirkiyeyê de ye. Çekdanîna PKKê ya 11ê Tirmehê jî ji bo bidawîkirina şerê çekdarî yê ku bi dehên salan e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, weke gava yekem tê dîtin.
Niha jî hemû çav ji aliyê desthilatê ve li avêtina gavên şênber û praktîk in. Daxwaza sereke ya DEM Partî û partiyên din jî ji bo birêvebirina pêvajoyê û misogerkirina zemîneke yasayî ji bo kesên ku ji rêxistinê vediqetin, pêdiviya bi avakirina komîsyoneke li parlamentoyê ye.
Endamê Meclîsa DEM Partî Diyadîn Firat jî dibêje tevî çekdanîna endamên PKKê erîşên Artêşa Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê berdewam in ku ev jî nakokiyeke di warê samîmiyetê de.
Endamê Meclîsa DEM Partiyê Diyadîn Firat ji K24ê re got: “Heta îro tu gaveke xuyayî nehatiye avêtin. Hewce dike di zemîna hiqûq û parlamentoyê de hinek biryar bên girtin. Ev biryar jî heta niha nehatine girtin. Lê tiştek din heye; gelo mirov nizane bê ev çi ye, mesele çi ye. Hîna jî êrîş li Kurdistanê li xwezayiya Kurdistanê, li erdê Kurdistanê çêdibin. Halbukî PKKê çek danî û gıt ez şer nakim. Naxwe ev êrîş çi ne? Lazim e ev êrîşên dewleta Tirk bên sekinandin ku samîmiyeta wê derkevê holê. Yane dê ev pêvajo têkev xetereyê.”
Cîgirê Serokê PSKê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Celal Yildiz jî dide zanîn ku çekdanîna PKKê gaveke erêniyê bo çareseriya Pirsa Kurd lê belê PKKê jî encamêk jê ye û Pirsa Kurd berdewam e ku divê mafên çandî jî bo Kurdan bên dayîn.
Cîgirê Serokê PSKê Celal Yildiz jî dibêje: “Ji çar parçeyên Kurdistanê re jî, Kurdan re û Tirkan re jî çekberdan tiştekî baş e. Dema daxwaziya demokrasiye hebe îhtiyaca te bi çekan tune ye. Çekberdan tiştekî din e mafê Kurdan, heqê Kurdan tiştekî din e. Divê di makezagona Tirkiyeyê de miletê Kurd bê nasandin, zimanê wan, çanda wan, kultira wan divê bê nasandin. Yanî çi Tirk çi heqê wan hebe divê heman heqê Kurdan jî hebe. Divê zanîngeha wan hebe, dibistana wan hebe, di dadgehan de du zimanî hebe.”
Herwiha tê payîn ku komîsyon vê hefteyê li parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin. Serokatiya Parlamentoyê ji partiyan xwestiye ku endamên xwe ji bo komîsyonê diyar bikin. Li gorî planê, komîsyon dê ji 35 endaman pêk were. Erka sereke ya komîsyonê amadekirina reşnivîsa çarçoveyeke yasayî ye ji bo endamên PKKyê yên ku çekan datînin e.