Pêşmerge: Li deverên ku valahiya ewlehiyê heye, tevgerên DAIŞê zêde bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Li wan deverên ku di navbera Pêşmergeyan û artêşa Iraqê de valahiya ewlehiyê heye, Tevgerên çekdarên DAIŞê zêde bûne. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di operasyonekê de hejmareke heşartgehên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê wêran kirin û destê xwe dana ser hejmareke kelûpelên wan çekdaran.

Cîgirê Fermandarê Mîhwerê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmergeyan Emîd Fatih Gewredêyî radigihîne, “Em dikarin bi hevahengiya artêşa Iraqê wê valahiya ewlehiyê tijî bikin.” Welatiyên gundên nêzîkî valahiya ewlehiyê jî daxwaz dikin ku ew valahiya ewlehiyê bê tijîkirin.

Yek ji gundên li quntara Çiyayê Qereçûxê nêzîkî hêzên Pêşmergeyan e, çend kîlometran dûrî wê valahiya ewlehiyê ye ya ku Çekdarên DAIŞê li Çiyayê Qereçûxê tevgerên xwe lê dike û heşargeh jî hene.

Behram Mihemed, ku yekem kes bû gundê Xoşê ji nû ve ava kir û dikaneke piçûk lê vekiriye da ku debara malbata xwe bike, dibêje, “Rewşa ewlehiyê bi saya Pêşmergeyan tena ye.” Daxwaz jî dike ku ew valahiya ewlehiyê bê tijîkirin.

Navbirî amajeyê jî dide, "Valahiya ewlehiyê û rewşa Iraqê sedemên mayîndebûna çekdarên DAIŞê û berfirehbûna tevgerên wan in."

Ji bilî kontrolkirina deverên di bin kontrola xwe de, Pêşmerge berdewam operasyonan ji bo tunekirina heşargehên DAIŞê jî dike. Ew operasyon jî bandorê li ser rêgirtina li tevgerên DAIŞê dike.

Cîgirê Fermandarê Mîhwerê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmergeyan Emîd Fatih Gewredêyî got, “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, ji ber vekişîna hêzên Pêşmergeyan li hin ji van deveran, valahiyeke ewlehiyê çê bûye. Hêzên Pêşmergeyan li van deveran bizav kirine ku ji aliyê xwe ve rêyê li tevgerên bermahiyên DAIŞê bigirin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment