Li Tebqa û Şedadê êriş: 5 endamên asayişê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, li bajarên Tebqa û Şedadê êriş li dijî nuqteyên wan hatine kirin, di encamê de 5 endamên wan hatin kuştin û 5 endam jî birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de ragihand: "Komeke terorîst duh sibeha (14 Tîrmeh) li bajarê Tebqayê êrişî du xalên hêzên me kirin. Di encamê de 5 endamên me birîndar bûn. "
Diyar kir jî, "Li bajarê Şedadê jî li dijî bendeke ewlehiyê ya hêzên me êrişeke nemerdane hat kirin, di encamê de 5 endamên me hatin kuştin."
Fermandariyê destnîşan kir, ev êriş hewldanek e ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û got: "Kiryarên bi vî rengî yên li dijî hêzên me hewldaneke ji bo têkbirina aramiyê û belavkirina tevliheviyê ye. Ev kiryar wê me ji erka me ya parastina civaka me û ewlehiya wê dûr nexe."
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, ji bo eşkerekirina nasnameya êrişkaran û alîgirên wan lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.