Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê tekez dikin ku hemî alî bizavê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê civiyan û daxuyanî da ku, divê muxalefet tevkariyê li pêvajoyê bike û her kes ji bo vê yekê bizavê bike.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Pervîn Bûldan, Mîthan Sancar û Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu re civiyan.

Her du aliyan piştî wê civînê daxuyanî dan. Li destpêkê Davutoglu got, “Di rewşeke wesa de ku cîhan tê de ye û herêma me jî tesîrê jê digire, em di astekê de ne ku divê her kes bizavê bike.”

Navbirî herwesa got, "Bi taybetî me ji bo komisyona li meclisê danûstendin kirin. Em di pêvajoyeke wesa de ne ku divê her kes bi baldarî bizavê bike. Faktorên derûnî, di pêvajoyên wesa de pir bibandor in. Divê em zimanekî baldar bi kar bînin ku pêvajo bimeşe.”

Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê tekez jî kir, “Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi ser bikeve û em di demeke nêz de bibînin û tevkariyê li çareserkirina vê meseleya mezin bikin."

Paşî Pervin Buldan jî got, "Me hevdîtineke girîng kir. Ji bo me girîng e ku em feydeyî ji tecrûbeyên birêz Davutoglu werbigirin. Tiştên borî girîng in û ew di pêvajoya berê de serokwezîr bû, lewma ev serdan ji bo me watedar e.”

Wê endama Şandeya Îmraliyê amaje jî da, “Ev pêvajo di asteke diyarkirî de dimeşe. Tê payîn ku li meclisê komîsyonek bê avakirin. Ne tevkariya partiyekê an jî du sê partiyan, divê hemî partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin vê komîsyonê. Lewma dê danûstendin û hevdîtinên me tim bidomin.”

Endama navbirî tekez jî kir, “Ji bo tecrûbeyên xwe yên hêja ragihîne, hevdîtinên me dê bidomin. Careke din em xatira xwe ji birêz Davutoglu û şandeya wî dixwazin."

Sancar jî tekez kir, “Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe, pêdivîtî bi piştgiriya civakî heye.” Eşkere jî kir ku, hevdîtina bi Davutoglu re baş û kêrhatî bû.

 
 
Fly Erbil Advertisment