Tuncer Bakirhan: Demirtaş piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aştiyê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro serdana Demirtaş kir û amaje da ku, Demirtaş piştevaniya xwe bi tevahî ji bo pêvajoya aştiyê tekez kiriye.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoğlu îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) serdana Girtîgeha Edirneyê kir û bi Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş re civiyan.
Tuncer Bakirhan piştî wê serdanê di konfranseke rojnamevanî de ragihand ku, tenduristiya Demirtaş gelek baş e û silav û hezkirinên xwe ji wan kesan re şandin ên ku ji bo aştiyê bizavê dikin.
Tuncer Bakirhan herwesa got, "Demirtaş got ku ew pêvajoya aştiyê dişopîne û dixwaze ku ew pêvajo bigehe encamê. Tekez jî kir ku ew ji bo vê meremê dixebite.”
Bakirhan amaje jî da, “Divê ew kesên ku ji ber doza Kobaniyê hatine zindanîkirin bên berdan û tevlî pêvajoya aştiyê bibin, herwesa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî daxwaza berdana Demirtaş dike.”
Hevserokê Dem Partiyê ron jî kir, "Demirtaş pêşniyar û rexneyên xwe yên li ser pêvajoya aştiyê gihandin me."
Herwesa medyaya Tiekiyeyî jî parve kiriye ku, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê sibe (În, 18ê Tîrmeha 2025ê) bi nûnerên aliyên siyasî re bicive. Tê payîn ku di wê civînê de, nirxandina dawiyê ji bo rêkar û bingehên komîsyonê bê kirin.