Amerîka: Em êrîşên li ser zeviyên petrolê yên Kurdistanê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka li ser asta hikûmet û Kongirêsê li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkayî haydariyê dide û dibêje, “Ger sînorek ji bo wan êrîşan neyê danan, Hikûmeta Iraqê dê rûbirûyî encamên tund bibe.”
Di berdewamiya rengvedanên êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê û xasma jî zeviyên wê yên petrolê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ji Kurdistan24ê re got, "Em êrîşên li ser zeviyên petrolê bi tundî şermezar dikin ji ber ku ew tenahiya Iraqê û paşeroja wê rûbirûyî metirsiyê dikin."
Tammy Bruce herwesa got, "Wan êrîşan ew şîrketên Amerîkayî kirine armanc ên ku di paşeroj û enerjiya Iraqê de veberhênanê dikin. Divê Hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe û tevahiya axa xwe kontrol bike."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez jî kir, "Amerîka Iraqeke xwediya serwerî, federal û tena dixwaze."
Herwesa Kongirêsmanê Amerîkayî Joe Wilson jî li ser tora civakî ya Xê di derheqa eynî pirsê de nivîsiye, “Êrîşên li ser şîrketên Amerîkayî û zeviyên petrolê li Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin, divê Hikûmeta Iraqê pêngavên cidî biavêje da ku sînorekî ji wan êrîşan re dane. Berevajî wê, bila xwe ji bo encamên tund amade bike.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê Ebdilxaliq Telet jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re ragihand, “Iraq û Hevpeymaniya Navneteweyî jî dizanin çavkaniya wan êrîşan ji ku derê ye û biker kî ne, lê Iraqê kontrol li ser tevahiya axa xwe nîne.”
Ebdilxaliq Telet herwesa got, “Çêkirina komîteyan di dema borî de bê encam bû û vê carê jî dê bê encam bibe ji ber ku Hikûmeta Iraqê nikare bi hin aliyan re rûbirû bibe.”