Sasan Ewnî: Projeya avê ya Hewlêrê bo paytextî şakareke taybetî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê berî dema diyarkirî temam bû.” Herwesa dibêje, “Divê welatî avê pûç nekin.”
Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro (Yekşemê, 20ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Ev proje berî dema diyarkirî hat temamkirin.” Herwesa got, “Ev proje ji bo Hewlêra paytext şakareke mezin e. Ew dê 480 hezar metrên sêcarkî yên avê berhem bîne û yek hezar û 370 bîr dê bên girtin.”
Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Heta niha 180 bîr hatine girtin. Heta 01ê Tebaxê, 300 bîr dê bên girtin.” Herwesa got, “Ev proje ji bo tevahiya Hewlêrê ye. Welatî êdî avê bi tankeran nakirin.”
Sasan Ewnî herwesa ragihand, “Nerîna serokwezîr ji bo pirsgirêka avê ji bo tevahiya Kurdistanê stratejîk e. Karûbarên projeyên avê yên Goptepe û Qoştepeyê gelek bilez bi rê ve diçin. Divê welatî avê pûç nekin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir, ku dê heta 30 salên din bajarê Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di nav merasîma vekirina qonaxa yekê ya wê projeyê de gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina qonaxa yekê ya vê projeya srtratejîk a gelek mezin diyar kir û û herwesa behsa elektrîka 24-seetî, mûçeyên fermanberan, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din jî kir.