Encûmena Wezîran dicive û du mijarên sereke gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û di rojeva civînê de dê du mijarên sereke werin nirxandin.

Mijara Yekem: Mûçe û dosyeya petrolê

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di beşa yekem a civînê de, dê pêşhatên dawî yên têkildarî cîbicîkirina peymana hevpar a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de werin gotûbêjkirin.

Ev beş dê bi taybetî li ser dosyeya mûçeyan, mafên darayî yên Herêmê, dosyeya petrolê û dahatên nepetrolî raweste, ku ev mijar ji aliyê Encûmena Wezîran a herdu aliyan ve hatibû pesendkirin.

Mijara Duyem: Rêxistina Desteya Kontrola Cûreyî

Di beşa duyem a civînê de, dê protokola civîna taybet a ji bo cîbicîkirina xalên peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de were nirxandin.

Armanca vê mijarê ew e ku mekanîzmayeke nû ji bo birêxistinkirina karên "Desteya Pîvansazî û Kontrola Cûreyî ya Herêmê" were danîn, li gorî peymana hatiye kirin.

 
Fly Erbil Advertisment