Kompanyaya "DNO" amarên hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya petrolê "DNO" di daxuyaniyekê de amarên hilberîna xwe ya petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê yên beriya êrişên dronan aşkere kirin û ragihand, berhemanîna wan li gor sala borî kêm bûye.

Kompanyaya DNO îro 24ê Tîrmehê ragihand, di çaryeka duyemîn a salê de (mehên Nîsan, Gulan û Hezîran), beriya destpêkirina êrişên dronan, wan rojane bi giştî 74 hezar û 760 bermîl petrol li zeviyên Herêma Kurdistanê hildiberand. Li gor daxuyaniyê, para kompanyayê ji vê hejmarê 18 hezar bermîl bûye.

DNO herwiha diyar kir, li gor heman dema sala borî, rêjeya hilberînê li zeviyên ku ew tê de kar dikin %6.3 kêm bûye.

Kompanyaya DNO ya Norwêcî bi taybetî li zeviyên petrolê yên Tawke û Pêşxabûrê kar dike. Van herdu zeviyan di rojên borî de rastî êrişên dronan hatibûn, û ji ber vê yekê kompanyayê ragihandibû ku ji ber metirsiyên ewlehiyê neçar maye ku hilberînê bi awayekî demkî rawestîne.

Ji destpêka Tîrmehê ve 19 êriş hatine kirin

Ev êriş beşek in ji zincîreyek êrişan ku ji destpêka meha Tîrmehê ve Herêma Kurdistanê dikin armanc. Li gor amarên berdest:

Ji 1ê Tîrmehê heta niha, bi giştî 19 êrişên bi dron û mûşekan li dijî bajarên Herêma Kurdistanê pêk hatine.

Ji van êrişan, 9 êriş rasterast li ser zeviyên petrolê bûne, di nav de zeviyên Xurmele, Kor Mor, Sersink, Etruş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawke û Hunt Oil.

Êrişên din jî li dijî hêzên ewlehiyê û firokxaneya li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Zaxo û Kerkûkê bûne.

 
Fly Erbil Advertisment