Li Dirbêsiyê, di encama teqîna tankeyeke mazotê du kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Derbasiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di teqîna tankeya sotemeniyê de, ciwanekî 30 salî û zarokekî 12 salî canê xwe jidest dan. 

Ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) belav kir, ciwanê bi navê Hisam Îsa Sedûn ê 30 salî û zarokê bi navê Mihemed Şerabî yê 12 salî, di encama şewatê de canê xwe ji dest dane. Hisam Sedûn xwediyê jeneratorê bû.

Li gor şahidekî bûyerê, di dema ku tankeya sotemeniyê dihat dagirtin, çirûskek ji jeneratorê derketiye û bûye sedem ku agir bi depoyê bikeve. Di encama vî agirî de hem Hisam û Mihemed bi giranî şewitîn û canê xwe jidest dan.

Tîmên Agirkuj bilez çûn cihê bûyerê û destêwerdan kirin, da ku agir vemirînin û rê li belavbûna agir bo malên cîran bigirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment