Mesrûr Barzanî û Edward Allgren tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna êrîşên li ser Herêma Kurdistanê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30î Tîrmehê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtanî bi serokatiya, Şêwirmendê Payebilind ê Bergiriyê yê Brîtanî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren kir.
Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasely jî amade bû, guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiyê ya Iraq û navçeyê, bihêzkirina hemahengî û hevkariya ewlehî û serbazî di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê de û berdewamkirin û piştgirîkirina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Şahnişîniya Yekgirtî nîşan da.
Herwiha tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, misogerkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê, û rêgirtin û bidawîanîna êrîşên terorîst û têkderane yên dronan li ser Herêma Kurdistanê, hate kirin.
Pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî, beşeke din a gotûbêjan bû.