CHP: Em dê sibê 10 hevkarên xwe bo komîsyonê diyar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê CHPê amajeyê dide, “Nabe ku çi kesek ji wê komîsyonê bitirse ya ku CHP tê de ye, lê divê ji wê bitirsin a ku em tê de nebin.”
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Özgür Özel îro (Çarşem, 30ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Serokê Parlementoyê daxwaza me qebûl kiriye. Biryarên komîsyonê bi piraniya reha tên dan. Em dê sibe 10 hevkarên xwe ji bo komîsyonê diyar bikin.”
Özgür Özel herwesa got, "Tiştê ku divê bê zanîn ew e ku, ev komîsyon ne komîsyonek e ku destûrê biedilîne. Em bi wan kesan re yên ku biryarên Dadgeha Destûrî bicîh nayînin destûra nû nanivîsin."
Navbirî tekez jî kir, “Nabe ku çi kesek ji wê komîsyonê bitirse ya ku CHP tê de ye, lê divê ji wê bitirsin a ku em tê de nebin.”
Ev di demekê de ye ku, Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li roja Yekşemê (27ê Tîrmeha 2025ê) di merasîmekê de li Çanakkaleya Tikriyeyê ragihand, “Li destpêka meha bê, Komîsyona Parlementoyê ya ji bo pêvajoya aştiyê dê dest bi karên xwe bike.”