Dem Partî: Komîsyon amadekariyan dike ku derfeteke dîrokî çê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê dê îro navên endamên xwe eşkere bikin. Berdevka Dem Partiyê jî amajeyê dide ku, komîsyon amadekariyan dike ku derfeta dîrokî ya pêvajoya aştiyê li ser bingehek qanûnî bike herdemî.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Piştî civîna yekê ya komîsyonê, zanyar dê li ser nexşerê û xebata komîsyonê bên dan û komîsyon dê amadekariyan bike ji bo ku derfeta pêvajoya aştiyê ya dîrokî li ser bingeha qanûnê bike herdemî.”
Damezrandina Komîsyona Parlementoyê ji bo amadekirina çarçoveya qanûnî ya pêvajoya aştiyê gihîştiye qonaxa dawiyê û piştî ku alî navên endamên xwe diyar dikin ku nûnerîtiya wan di komîsyonê de bikin, civîna yekê ya komîsyonê dê hefteya bê bê lidarxistin.
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat li roja Înê (11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê ya Silêmaniyê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.