Balyozê Behreynê li Iraqê: Em dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Behreynê li Iraqê kir û pê re danûstandin li ser rewşa siyasî û dawî guhertinan li ser asta deverê û Iraqê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 04ê Tebaxa 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Şanişîna Behreynê li Iraqê Xalid Ehmed Mensûr kir.
Her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî guhertinan li ser asta deverê û Iraqê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li hev guhertin.
Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Behrêynê spasî û rêzên xwe ji bo rol, cih û hîkmeta Serok Barzanî di birêvebirina Herêma Kurdistanê de û wî cihê bihêz ê ku Herêma Kurdistanê heye anîn ziman.
Balyozê Behrêynê herwesa piştevanî û piştgiriya Hikûmeta Behreynê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û amaje da, “Ji bo pêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Behreynê de, me li ser wê yekê xebitiye ku hêla asmanî ya Behreynê di demeke nêzîk de rasterast ji paytexta Behreynê ber bi Hewlêrê ve dest bi geştên xwe bike.”
Balyozê Behreynê herwesa ragihand ku, ew bizavê dikin ku di paşerojê de konsulxaneya Behreynê li Hewlêrê vekin.