Navê Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê hat yekalîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê wekî 'Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî' hat binavkirin. Serokê Parlementoya Tirkiyeyê ragihand, “Em şahidên destpêka serdemeke nû ne û em di xala werçerxana dîrokî de ne.”

Parlamentoya Tirkiyeyê îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) ji bo dabînkirina bingeha qanûnî ya pêvajoya aştiyê bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya û navê komîsyona parlamentoyê hat yekalîkirin û bû ‘Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî’.

Komîsyona Parlementoyê ya girêdayî pêvajoya aştiyê ji 48 endaman pêk tê; ku ji AK Partiyê re 21 endam, ji CHPê re 10 endam, ji Dem Partî û MHPê re 4 endam, ji IYI Partî û Yeniyolê re 3 endam hatine diyarkirin û ji her partiyeke din a ku fraksiyonên wan tune ne re jî yek endam hatiye diyarkirin.

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku, IYI Partiyê bi awayekî fermî tevlînebûna xwe ya di wê komîsyonê de ragihandiye. Armanc ji damezrandina wê komîsyonê dabînkirina çarçoveya qanûnî ji bo pêvajoya nû ye, ku yek ji karên wê yên herî girîng dê diyarkirina çarenivîsa endamên PKKê piştî çekdanînê be.

Li gorî zanyarên rojnameyên Tirkiyeyê, endamekî Dem Partiyê yê Komîsyona Parlementoyê ya Aştiyê di wê civînê de daxwaza berdana Selahettin Demirtaş û mafê "hêvîtiyê" ji bo Abdullah Ocalan kir.

Behsa wê yekê jî hat kirin ku, ew komîsyon dê li roja Înê (8ê Tebaxa 2025ê) ji bo cara duyê bicive.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Em şahidên destpêka serdemeke nû ne û em di xala werçerxana dîrokî de ne.” Herwesa got, "Komîsyona Aştiyê platforma tevan e."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li roja 27ê Tîrmeha 2025ê ragihandibû, “Komîsyona Parlamentoyê, ku biryar e ji bo pêvajoya aştiyê bê avakirina, dê li destpêka meha bê bê dest bi karên xwe bike.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tekez jî kiribû, “Komîsyona Parlamentoyê dê bibe bingeha xurtkirina demokrasiyê li Tirkiyeyê; fikir û ramanên cuda tên nîqaşkirin û biryar li gorî berjewendiya gel tên dan.”

 
Fly Erbil Advertisment