Ocalan: Bi pêşketina pêvajoya aştiyê re, xelk dê vegere ser cih û warên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê PKKê Abdulla Ocalan bo Kampa Mexmûrê peyamek şand û got, bi pêşveçûna pêvajoya aşitiyê re dê xelkê Mexmûrê jî vegere ser axa xwe.
Rêberê PKKê Abdulla Ocalan ku 26 sal in di zîndana Îmraliyê de ye, bo nişticihên Kampa Mexmûrê peyamek şand. Peyama Ocalan li pêş xelkê hate xwendin.
Ocalan di nameyê de got, nîştecihên Mexmûrê çawa di xebata borî de roleke giring dîtine, di pêvajoya nû ya aştiyê de jî dê heman rolê bibînin.
Ocalan got, di hevdîtinan de Mexmûr mijareke giring e û bi pêşveçûna pêvajoyê re, vegera xelkê bo ser axa xwe jî pêkwere.
Ocalan ji nîştecîhên Mexmûrê û kesên ku li Ewropa ne dixwaze, vegera wan wek takekes û malbatê nebe, vegereke hevaheng û pêkve be û cîhê manê jî wek wargeheke nû ewê bixwe diyar bikin.