Şêrwan Duberdanî: Iraq qet pabendî peymanan nebûye

Şêrwan Duberdanî
Şêrwan Duberdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand ku, hikûmeta Iraqê pabendî peymanan û budçeyê nabe û ji bo şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê hincetan digire. Herwesa got ku, nabe qet ji bo peymanan bawer ji Bexdayê bê kirin. Amaje jî da ku, eger Hikûmeta Iraqê gendeliyên xwe çareser bike, hingê pêdivîtiya dabînkirina budçeyê bi firotina petrolê be.

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Şêrwan Duberdanî duhî (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Iraq her tim di qonaxa bicîhanînê de ji peymanên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re vedikişe.” Tekez jî kir, “Hikûmeta Iraqê ne pabendî peymanê ye û ne jî budçeyê bicîh tîne.”

Şêrwan Duberdanî amaje jî da, “Herêma Kurdistanê heta niha bi hemî şertên Iraqê razî bûye, niha Iraq hemî dahatên negirêdayî petrolê dixwaze, ku ev jî nayê qebûlkirin, ji ber ku bi vî rengî qewareya Herêma Kurdistanê dikeve xetereyê.” Herwesa got, “Iraq mehane 400 milyar dînaran dixwaze. Ger Herêma Kurdistanê ewqas dahata negirêdayî petrolê hebûya, pêdivîtiya wê bi Iraqê nedibû. Herêma Kurdistanê tenê ji bo budçeya xebitandinê mehane pêdivîtî bi 120 milyar dînaran heye.”

Wî Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê behsa wê yekê jî kir kir, Hikûmeta Iraqê mijara mûçeyan siyasî kiriye û çarenivîsa zêdetirî milyonek û 200 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê xistiye xetereyê.

Navbirî di derheqa peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser petrolê de jî got, "Pirsa petrolê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Iraqê û şîrketên hilberîner de pêş ve çûye, bi awayekî ku gihîştine qonaxa ku li ser çawaniya şandina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê dixebitin." Ron jî kir, "Tevî pêşveçûnan, lê bawer ji Bexdayê nayê kirin ji ber ku mimkin e ew hin hincetên din bibîne."

Şêrwan Duberdanî tekez jî kir, “Eger Hikûmeta Iraqê dahatên dezgeh, parêzgeh, sînor û benderên xwe binirxîne û gendeliyê çareser bike, wê demê Iraq ji bo dabînkirina budçeyê ne hewce ye ku petrolê bifroşe.”

 
Fly Erbil Advertisment