Gulistan Kiliç: Divê qanûna berhingarbûna terorê bê hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Fraksiyona Dem Partiyê li Parlementoya Tirkiyeyê amajeyê da ku, divê komîsyon guh bide nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoya aştiyê.

Seroka Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) Gulistan Kiliç Kocigit ragihand, “Pir girîng û watedar e ku Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî bi tevlîbûna berfireh a hemî partiyên siyasî li parlementoyê hat pêkanîn û bi vî rengî îradeya siyasî ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsa Kurdan hat nîşandan.”

Gulistan Kiliç Kocigit herwesa got, “Di çarçoveya vê komîsyonê de, li pêşiyê guhdariya mirovên xwedî ezmûn, şareza û dezgehan tê kirin û bernameyeke xebatê heye. Lê her ku dem derbas dibe, zêdetir hewce ye ku dem bê dirêjkirin. Me ev pêşniyar kir ji ber ku civînên heftane bi tenê têrê nakin, ji ber ku bi vî rengî komîsyon nikare pêvajoyê bimeşîne.”

Wê herwesa amaje da, “Divê hin guhertinên qanûnî bên kirin û qanûna berhingarbûna terorê bê hilweşandin. Herwesa xala girîng di vê komîsyonê de ew e ku kok û sedemên pirsa Kurdan bi awayekî rast bên destnîşankirin.”

Seroka Fraksiyona Dem Partiyê ron jî kir, “Ya ku divê li pêşiyê bê kirin bersivdana pêdivîtiyên wê pêvajoyê bi edilandina qanûnî ya lezgîn bê dan. Nirxandina pirsa Kurdan tenê girêdayî çekdanîna nîne.”

Seroka navbirî herwesa got, “Hem bi binavkirina vê pêvajoyê û hem jî bi pênasekirina vê pirsê, desthilat hîn jî bi nerîneke leşkerî li pirsa Kurdan dinêre. Her di roja yekê de, me gotiye ku di demekê de ku em behsa çareseriyê li Tirkiyeyê dikin, em şerê Kurdan li Sûriyeyê qebûl nakin.”

Gulistan Kiliç Kocigit amaje jî da, “Bi êrîşkirina li ser azadî û mafên bingehîn ên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, aştî li Tirkiyeyê nayê binecihkirin. Ji ber vê yekê, pêdivîtî bi siyaset û rêbazeke yekgirtî heye. Ji ber ku Kurd vê pirsê wesa dibînin, em jî wesa dibînin. Zîhniyeteke siyasî ku vê yekê nebîne, nikare çareseriyeke herdemî peyda bike. Em jî vê nêrîna êrîşkirina li ser Kurdan li tu pareke welat qebûl nakin.”

Wê tekez jî kir, “Divê komîsyon wekî danûstandinkerê sereke guh bide nerîn û rênimayên Abdullah Ocalan.”

Berdevka Den Partiyê Ayşegul Dogan jî her îro ragihand, “Ew operasyona îro li Şaredariya Bayogluyê ya Stenbolê hatiye kirin li dijî pêvajoya aştiyê ye.” Herwesa got, "Heke pirsa Kurdan çareser nebe, Tirkiye dê nebe welatekî demokratîk."

 
 
Fly Erbil Advertisment