Mehmet Kamaç: Divê Komîsyona Aştiyê hevdîtinan bi Ocalan û hemû aliyên Kurd re bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Mehmet Kamaç, derbarê Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û ragihand, her çend destpêkirina hevdîtinan bi dayikên qurbaniyan re pêngaveke erênî be jî, ji bo serkeftina pêvajoyê divê komîsyon bi hemû aliyên siyasî yên Kurd û bi taybetî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bîne.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç îro 18ê Tebaxê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û da zanîn, Komîsyona Pêvajoya Aştiyê sibe dicive û dê dest bi hevdîtinan bike û di gava yekem de dê guhdariya dayikên qurbaniyên şerê di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de bike.
Kamaç ev pêngav wekî "destpêkeke pîroz" bi nav kir û got: "Hevdîtina bi dayikan re girîng e, ji ber ku di vî şerî de yên herî zêde êş kişandine ew in. Em hêvîdar in ku komîsyon guh bide Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê jî."
"Divê Komîsyon bi Ocalan re bicive"
Kamaç tekez kir, ji bo serkeftina pêvajoyê, divê çarçoveya hevdîtinan were berfirehkirin û hemû aliyên civakî û siyasî tevlî bibin. Wî bi taybetî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: "Divê komîsyon bi Birêz Ocalan re jî hevdîtinê bike. Aktorê sereke yê vê pêvajoyê ew e. Damezirandina vê komîsyonê bi xwe jî li ser daxwaza Birêz Ocalan bû. Ji bo ku nexşerêya pêvajoyê zelal bibe, divê nêrînên wî werin wergirtin."
Herwiha Kamaç amaje bi partiyên din ên Kurdan kir û wiha axivî: "Li Bakurê Kurdistanê 10 partiyên siyasî yên Kurd hene ku ne di komîsyonê de ne û ne jî li parlamentoyê ne. Pêwîst e komîsyon bi wan re jî hevdîtinan bike."
"Siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan divê biguere"
Parlamenterê DEM Partiyê siyasetên dewleta Tirkiyeyê rexne kirin û got ku ji bo pêvajoyeke serkeftî divê Tirkiye dev ji siyasetên xwe yên dijminane berde û got: "Ne mimkun e ku tu li aliyekî behsa biratiyê bikî û li Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê bimeşînî, lê li aliyê din li Rojavayê Kurdistanê dijminatiyê bikî. Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan xeta sor e. Divê dewlet dev ji vê polîtîkaya xwe berde."
Mehmet Kamaç di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve, divê di serî de ziman û kiryarên desthilatê biguherin. Divê siyaseta li hemberî Kurdan biguhere û demokrasiyeke mayînde were avakirin."