Mexdûr: Torosa spî êdî nikare bandoreke neyînî li pêvajoyê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Torosa Spî ya ku li Bakurê Kurdistanê bûye remzek reş a revandin û kuştina kurdan ji ber ku li ber parlementoya Tirkiyeyê hat şewitandin dîsa di rojevê de ye . Kesên mexdûrê serdema torosa spî ne dibêjin dijberên pêvajoyê hene û dixwazin pêvajoyê têk bibin. Kesên li torosa spî siwar bûne û jê rizgar bûne jî dibêjin pêvajo gihiştiye qonaxek wisa ku torosa spî nikare bandorek neyînî li pêvajoyê bike.
Piştî ku di roja civîna komisyona pêvajoyê de ber parlementoya Tirkiyeyê Torosek Spî hat şewitandin careke din torosa spî bû cihê nîqaşê. Yek ji mexdûrên serdema torosa spî Nûsrettîn Maçînê parlementerê HDPê yê berê yê ruhayê ye û wê demê endamê partiya komusnîtsa Kurdistan bû ku di êrîşeke bikêr de 18 kêr lê ketibûn dibêje, torosa spî remza polîtîkaya bêdengkirin û tinekirina kurdan e. Nûsrtettîn Maçîn amaje dike ku şewitandina torosa spî provakasyonek dijî pêvajoyê ye.
Siyasetmedarê Kurd Nûsrettîn Maçîn ji K24ê re got: “Di roja guhdarîkirina dayîkên şemiyê de şewitandina torosê wek gefeke li ser pêvajoyê ye. Torosên spî û paşê jî ranger ji bo kesên ser navê kurdan şerê demokrasiyê didan wek gefekê dihatin bikaranîn.”
Di dema kuştina Mûsa Anter de yek ji rojnamegerên diçe cihê bûyerê Ferît Aslan e ku dema diçe cihê bûyerê torosek spî dibîne û li wê torosê tê siwarkirin û tê revandin, kesên wî revandîn kujerên Mûsa Anter bûn. Ferît Aslan rastî lêdaneke giran tê û paşê tê berdan. Ferît Aslan jî balê dikêşe ku torosa spî di bîra mirovan de wek remzek tirsê bû lê niha torosa spî nikare zirarê bide pêvajoyê.
Rojnameger Ferît Aslan dibêje: “Bi nêrîna min êdî dewlet dixwaze çareserî pêk were, rast e hîn jî kesên çareseriyê naxwazin û li dijî pêvajoyê ne hene lê ez bawer nakim ku şewitandina torosa spî bikaribe pêvajoyê têk bibe. Ez jî piştî kuştina Mûsa Anter li Torosa spî hatim siwarkirin û hatim revandin. Min lêdanek giran xwar. Wê demê torosa spî remza kuştin û revandinê bû, jîtemê bi kar dianî. Ez ji pêvajoya niha bihêvî me ez bawer dikim ku dê pêvajo bi ser bikeve.”
Kesên mexdûrê serdema torosa spî ne dibêjin şewitandina torosa spî li ber parlementoyê provakasyonek dijî pêvajoyê ye. Mexdûrên torosa spî dibêjin hîn jî kesên dijî pêvajoyê ne hene.