Nivîsîngeha wî; Girtina Mela Bextyar ji rastiyê dûr e

Mela Bextyar
Mela Bextyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Mela Bextyar di derheqa wan nûçeyan de yên ku behsa girtina wî dikin daxuyaniyek parve kir.

Nivîsîngeha Siyasetmedarê Kurd Mela Bextyar îro (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) daxuyaniyek parve kir û tê de gotgotka girtina wî red kir.

Di wê daxuyaniyê de amaje hatiye dan ku, ew li mala xwe ye û ti hêzek neçûye ser mala wî û ew nûçeyên ku behsa girtina wî dikin ji rastiyê dûr in.

Hin ji medyayên Silêmaniyê vê êvarê (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) ragihand ku, hêzeke ewlehiyê bi ser mala Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî û Mela Bextyar de girtiye, lê Aras Şêx Cengî ew gotgotk ji Kurdistan24ê re red kir.

 
Fly Erbil Advertisment