AK Partî: Kesên dixwazin pêvajoya aştiyê paş bixin xizmeta Îsraîlê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) amaje da ku, pêvajoya aştiyê bûye siyaseta dewletê. Herwesa got ku, dema ku li Tirkiyeyê êdî tundûtûjî û şer tune be, dê bandorê li deverê jî bike.
Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) Omer Çelik îro (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) ragihand, “Ev pêvajo di demeke guncayî de ji bo Tirkiye û deverê peyda bûye û di berjewendiya hemî aliyan de ye. Yên ku dixwazin Kurd û Tirkan, Elewî û Suniyan û Êzidî û Durziyan li dijî hev rabikin dijminên hemî aliyan in.”
Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) amaje jî da, “Hemî ew kesên ku dixwazin vê pêvajoyê paş bixin an jî astengan jê re çê bikin xizmeta Îsraîlê dikin. Em bira ne û çarenivîsa me yek e.”
Omer Çelik herwesa got, “Yên ku dixwazin Sûriyeyê hilweşînin soza otonomiyê didin partiyên olî û neteweperest. Ew ne dostên wan partiyan in û ji wan re tiştekî baş nakin.”
Navbirî di derheqa pêvajoya aştiyê de jî got, “Ev pêvajo bûye siyaseta dewletê. Dema ku tundûtûjî û şer li Tirkiyeyê raweste, dê bandorê li deverê jî bike û şer û tundûtûjî dê bi dawî bibin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê di derheqa rewşa Sûriyeyê û paşeroja wê de jî amaje da ku, ew dixwazin li Sûriyeyê jiyarxweşî û aştiyeke mayînde peyda bibe. Herwesa got, “Nearamiyên Sûriyeyê dê bandoreke rasterast li ser Tirkiyeyê jî hebe, ji ber vê yekê em çavên xwe li kesên ku bizavê dikin têkdanê li Sûriyeyê biafirînin nagirin, ji ber ku em dixwazin Sûriye bi hemî pêkhateyên xwe ve yekgirtî be û yekgirtî bimîne.”