Zawîte.. kampanyaya paqijkirina erdî ji mîn û teqemeniyan berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîmên Girêdayî Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan a Parêzgeha Dihokê dest bi paqijkirina zeviyeke mezin a mînkirî li nahiyeya Zawîteyê kiriye, ku yek ji deverên geştiyarî û stratejîk ên wê parêzgehê ye.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan a Parêzgeha Dihokê dest bi paqijkirina wan deveran kiriye yên ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine mînkirin, bi taybetî li deverên geştiyarî û çandiniyê. Yek ji wan deverên girîng jî zeviyeke mînkirî ya 70 hezar metrên ducarkî ye, ku li nêzî seyrangeha Zawîteyê ye û li sala 1984ê ji aliyê rejîma Beisê ve hatiye mînkirin.
Rêveberê Pişka Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan a Dihokê Rêgir Bêsvikî ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ev zevî li cihekî girîng û stratejîk ê nêzî rêya sereke ya nahiyeya Zawîteyê ye û ji bo geştiyar û welatiyan xetereke mezin çê kiribû.”
Rêveberê navbirî eşkere jî kir, “Ev sê meh in ku li nav vê zeviyê dest bi karî hatiye kirin, heta niha nêzîkî 20% ya rûberê wê hatiye paqijkirin û me 60 mînên dijekesî dîtine û ji kar xistine.”
Rêgir Bêsvikî amaje jî da ku, ew pêşbînî dikin ku hejmareke zêdetir a mînan li wê deverê hebe. Li ser amara giştî ya parêzgeha Dihokê jî eşkere kir, "Ji 731 zeviyên mînkirî li parêzgeha Dihokê, 381 zevî bi tevahî hatine paqijkirin û radestî xwediyên wan hatine kirin.” Herwesa got, “Niha pênc tîmên rêveberiya me li Zaxo, Amêdî, Mangêşk û Zawîteyê xebata xwe didomînin.”
Rêveberê Pişka Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan a Dihokê di derheqa qurbaniyên mînan de jî got, "Ji sala 2008ê heta niha, 120 bûyerên teqînên mînan hatine tomarkirin, ku bûne sedema birîndarbûna 80 welatiyan.
Tîmên rakirina mînan bizavên xwe yên paqijkirina tevahiya axa Herêma Kurdistanê ji bermahiyên şeran didomînin û daxwazê ji welatiyan dikin ku, yekser aliyên peywendîdar li ser cihên ku mîn û teqemenî lê hene haydar bikin.