Serok Barzanî û Fexrî Kerîm rewşa Iraqê nîqaş kir

Serok Barzanî û Fexrî Kerîm
Serok Barzanî û Fexrî Kerîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir û pê re rewşa giştî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîqaş kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 8ê Îlona 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, herdu aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hev guhertin.

Herwesa herdu aliyan tekez li ser hevahengiya aliyên siyasî ji bo nehêlana pirsgirêk û astengiyan jî kir.

 
Fly Erbil Advertisment