Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrekî berê yê darayî yê Brîtanyayê tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hêsankarî kirine ji bo veberhênerên biyanî, da ku bêtir veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.
Wezîrê Darayî yê berê yê Keyaniya Yekgirtî ya Brîtanyayê Nedîm Zehawî îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Herêma Kurdistanê li beranberî deverên din ên Iraqê pir girîngtir e, veberhêner û şîrketên mezin bêtir tên Herêma Kurdistanê."
Nedîm Zehawî herwesa got, “Têkiliyên xurt di navbera herdu aliyan de hene û Îmarat dixwaze li ser astekê bilind li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike, ne tenê di warê enerjiyê de, lê di warên geştiyarî û çandiniyê de jî, herwesa têkiliyên xurt di navbera herdu aliyan de dê bandorê li Iraqê jî bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Ew projeyên ku di navbera herdu aliyan de hene pir girîng in, dê têkiliyan xurttir bikin û dê gelek feyde ji bo Iraqê jî hebe. Projeyên Ronakiyê û Hejamra Min mînakên wekhev in.”
Wî wezîrî ron jî kir, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo cihêrengkirina aborî li Herêma Kurdistanê xwedî nerîneke taybetî ye, karekî pir baş hatiye kirin û gelek pêşketin tomar kirine. Îmarat hevpareke bihêz a Herêma Kurdistanê ye, ezmûna wê dikare ji bo Herêma Kurdistanê bê veguheztin.”
Nedîm Zehawî tekez jî kir, “Gelek hêsankarî ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê hatine kirin. Tevî zehmetiyan, Herêma Kurdistanê kariye serkeftî be.”
Her îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Aborî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Seîd Mibarek Hacirî û şanda pê re kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di ragihandinekê de eşkere kir, “Tevî pêşwazîkirina wê şandê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya têkiliyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de jî da.”
Her li gorî wê daxuyaniya, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd kir, ji ber piştgirî û alîkariya wî ya ji bo Herêma Kurdistanê û destnîşankirina nûnerekî taybet ê Îmaratê ji bo karûbarên aborî ji bo Herêma Kurdistanê, ku nîşana girîngî û bihêziya têkiliyên dualî ye.