Li Diyarbekirê liv û tevgera geştiyariyê zêde bûye
Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Komeleya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê ve hat ragihandin ku bi meha îlonê re li Diyarbekir liv û tevgera geştiyaran dest pê kiriye û li gorî sala borî hijmara geştiyaran zêdetir bûye. Geştiyarkar dibêjin sedemeke girîng a zêdebûna geştiyaran pêjavıya çareseriyê ye û her wiha ji meha îlonê pê de jî geştiyariya çand û dîrokê dest pê dike ku Diyarbekir di vî warî de dewlemend e.
Li Diyarbekirê bi meha îlonê re hêdî hêdî hewa hênik dibe û ev yek bandoreke erênî li qada geştiyariyê jî dike. Kompaniyên geştiyariyê jî balê dikêşin ku Diyarbekir di 3 goşeya zêrîn a Mezopotamyayê de cih digire û xwedî şunwarên dîrokî yên navdar e. Ji aiyê Komeleya Danasîn û Geştiyariya Diyarbekirê ve hat amajekirin ku li Diyarbekirê tijebûna otelan di asteke baş de ye û hijmara geştiyaran jî ji sala borî gelek zêdetir e ku ev yek bi pêvajoya çareseriyê re jî tê girêdan.
Serokê Komeleya Danasîn û Geştiyariya Diyarbekirê Edîp Paçal ji K24ê re got: “Bandoreke girîng a pêvajoya çareseriyê li ser geştiyariyê heye ku îsal em dibînin geştiyar ji sala borî zêdetir tên Diyarbekir. Li gorî agahiyên me bi dest xistine niha li Diyarbekir rêjeya tijebuna otelan kêmzêde %90 e. Berê me digot armanca me ew e ku heta dawiya salê 1 milyon geştiyar werin Diyarbekir. Niha em dibînin êdî em bi hêsanî ji 1 milyonî zêdetir geştiyar dikêşin Diyarbekir. Niha rewş baş e û dê baştir jî bibe.”
Kompaniyên geştiyariyê balê dikêşin Ji ber ku geştiyar di mehên havînê de berê xwe didin deryayê û di payîz û biharê de jî berê xwe didin şûnwarên navdar ên dîrokî di meha îlonê de geştiyariya Diyarbekirê jî geş dibe û geştiyariya çand û dîrokê de lêçûn kêmtir e.
Rêveberê Kompaniya Geştiyariyê Mewlud Bagirmaz dibêje: “Di mehên havînê de turist diçin derên ku behr lê heye. Niha bi meha îlonê re hewa hinek hênik bu geştiyar berê xwe didin geştiyariya çand û dîrokê û çand û dîroka Diyarbekir jî dewlemend e. Niha qeyrana aboriyê jî heye û ji ber ku eştiyariya çand û dîrokê ji ya behre erzantir e geştiyar berê xwe didin çand û dîrokê.”
Li gorî daneyan hijmara geştiyarên serdana Diyarbekirê kirine li gorî sala borî %50 zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku liv û tevgera geştiyaran li Diyarbekirê heta 15ê mijdarê jî berdewam be.