Îsraîlê bi fermî operasyona bejayî ya li ser Xezzeyê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê bi fermî ragihand, wan dest bi operasyoneke bejayî li ser navenda bajarê Xezzeyê kiriye. Berpirsekî leşkerî yê Îsraîlê diyar kir, li gorî texmînên wan, "zêdetirî sê hezar çekdarên Hemasê li navenda bajêr hene."

Artêşa Îsraîlê îro 16ê Îlonê di daxuyaniyekê de destpêkirina operasyona bejayî li ser navenda Xezzeyê ragihand û tekez kir ku armanca sereke "tunekirina binesaziya leşkerî ya Lîwayên Qesamê (baskê leşkerî yê Hemasê)" ye. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, operasyon bi piştgiriya firokeyên şer tê birêvebirin û tê de hewl dê bê dayîn ku rehîneyên Îsraîlî werin azadkirin û hebûna Hemasê bi temamî bi dawî bibe.

Berpirsekî Îsraîlî ji medyaya navneteweyî re ragihand: "Hêzên me niha ketine kûrahiya bajarê Xezzeyê. Li gorî agahiyên me, zêdetirî 3 hezar çekdarên Qesamê li nav bajêr in. Herwiha, nêzîkî 10 rehîneyên Îsraîlî di tunelên vî bajarî de girtî ne."

Beriya destpêkirina operasyonê, artêşa Îsraîlê daxwaz ji niştecihên navenda Xezzeyê kiribû ku bajêr vala bikin û ber bi başûrê Kerta Xezzeyê ve biçin. Li gorî amarên artêşê, heta îro nêzîkî 40% ji xelkê Filistînî cihên xwe terikandine û koçber bûne.

Şer 711 Roj in Didome

Ev 711 roj in ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Kerta Xezzeyê bi armanca tunekirina Hemasê û azadkirina dîlan berdewam dikin.

Li gorî amarên dawî, di encama êrîşên esmanî û bejayî yên Îsraîlê de zêdetirî 81 hezar welatiyên sivîl ên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 150 hezar kesên din jî birîndar bûne, ku piraniya qurbaniyan jin û zarok in.

Herwiha, ji ber dorpêça tund a Îsraîlê û kêmbûna alîkariyên mirovî, ji Cotmeha 2023an ve heta niha, 428 kes ji ber xirabxwarin û birçîbûnê canê xwe ji dest dane.

Ev şer piştî wê yekê dest pê kir ku di 7ê Cotmeha 2023an de, çekdarên Qesamê êrîşeke berfireh birin ser çend niştecihgehên Îsraîlê yên li ser sînorê Xezzeyê. Di encama wê êrîşê de, zêdetirî 1,200 leşker û sivîlên Îsraîlî hatibûn kuştin û zêdetirî 250 kes jî wek dîl hatibûn girtin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment