Ehmed Şera: Pêdivîtiya Sûriyeyê bo avedankirinê bi hevgirtin û planeke xurt heye

Ehmed Şera
Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di axaftina xwe ya yekê de li New Yorkê ragihand ku, zirar di hemî sektoran de berçav in û ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeya windabûyî hewceyê yekîtiya gel û planeke xurt e.

Ehmed Şera bi şandeke civaka Sûriyeyê li Amerîkayê re civiya û tevî cudahiyan tekez li ser pêdivîtiya bi yekîtiya neteweyî kir. Herwesa got, "Sûriye dikare ku careke din bibe bûka Rojhilata Navîn." Amaje jî da ku, gelên cîhanê çavdêriya bûyerên Sûriyeyê dikin û derfetekê didin xelkê Sûriyeyê ku xwe biselimînin, tevî zehmetiyên di rêyê de.”

Ajansa SANAyê ya nûçeyan ragihand ku, Ehmed Şera bi serdaneke dîrokî gihîştiye New Yorkê, ku ji sala 1967ê ve ev tevlîbûna yekê ya serokekî Sûriyeyê di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ye.

Pêştir jî Serokê Sûriyeyê di hevpeyvînekê de ji televîzyona CBSê re daxwaz ji cîhanê kir ku alîkariya Sûriyeyê bikin û got, "Berê cîhanê Sûriye tûşî karesatan kir, lê niha her kes dikare bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê alîkariyê bike."

Ehmed Şera amaje bi wê yekê jî kir ku, hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê bûye sedem ku hin komên çekdar ên girêdayî welatên din ji Sûriyeyê derkevin. 

Serokê Sûriyeyê di pareke din a axaftina xwe de tekez li ser pêdivîtiya vegerandina penaberên Sûriyeyî ji bo welatê wan kir.

 
Fly Erbil Advertisment