Komîsyon: PDKê li Dihokê dengên herî zêde bidest anîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, encamên fermî yên xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê eşkere kir. Li gorî encamên ku hatine ragihandin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Dihokê bi serkeftineke berçav 9 kursî bi dest xistine.
Komîsyonê diyar kir ku PDKê li parêzgeha Duhokê bi giştî 413,890 deng wergirtine. Bi vê re, dabeşkirina 12 kursiyên parêzgehê wiha ye:
- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 9 kursî
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 kursî
- Samî Oşana Gorgîs Enwiya (Kota Mesîhî): 1 kursî
Nav û hejmara dengên berbijarên serketî yên PDKê li parêzgeha Dihokê wiha ne:
1. Binas Elî Ferîq: 50,034 deng
2. Ferhad Emîn Selîm: 36,729 deng
3. Zîrek Teyar Îsmaîl: 30,044 deng
4. Cotyar Xidir Tahir: 29,419 deng
5. Selwan Teha Teyib: 26,400 deng
6. Omêd Tahir Mihemed: 23,293 deng
7. Helat Selman Silêman: 19,470 deng
8. Kewê Mîro Xalid: 19,185 deng
9. Perwîn Ekrem Mihemed: 9,915 deng
Dengdana taybet a hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê roja Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an, û dengdana giştî jî roja Sêşemê, 11ê Mijdarê hatibû lidarxistin.
