Lêpirsîna li Şaredariya Enqereyê: 13 kes hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê xerciyên 32 konsertên hunerî yên di navbera salên 2021 û 2024'an de, li Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 13 kes hatin girtin.

Hat ragihandin, di nava kesên hatine girtin de 6 berpirsên şaredariyê hene û 4 ji wan berê ji kar hatibûn dûrxistin.

Li gor daxuyaniya dozgeriyê, di van konsertan de bi nirxê zêdetirî 154 milyon lîreyî gendelî hatiye kirin.

Ev geşedan di demekê de ye ku lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî berdewam dike. 

Her du şaredariyên Enqere û Stenbolê di destê Partiya Gel a Komarî (CHP) de ne.

 
Fly Erbil Advertisment