Hinardekirina petrola Kurdistanê di nav 48 saetan de dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî kompanyayên petrolê yên navneteweyî, peymaneke nû ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola xam bi rêya Tirkiyeyê radigihînin.

Li gor Ajansa Reutersê, du berpirsên Wezareta Petrolê ya Iraqê ev nûçe piştrast kirine. Ev pêngav dê rê li ber hinardekirina nêzîkî 230 hezar bermîl petrolê di rojekê de ji Herêma Kurdistanê veke.

Berpirsekî payebilind ê ku agahdarê peymanê ye, ji Reutersê re ragihand: "Îro Sêşemê, em dest bi rêkarên teknîkî dikin ji bo amadekirina xeta boriyê. Tê payîn ku di nava 48 saetan de hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike."

Naveroka Peymanê

Li gor plana destpêkê ya peymana sêalî:

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane herî kêm 230 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya dewletê ya firotina petrolê (SOMO) bike.

- Dê 50 hezar bermîlên zêde jî ji bo bikaranîna navxweyî ya Herêmê bên veqetandin.

- Bazrigan û kompanyayên kiriyar dê karibin petrolê bi nirxê ku SOMO diyar dike, li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bikirin.

Xaleke girîng a ku di pêşnûmaya planê de nehatiye zelalkirin, çarenivîsa nêzîkî milyarek dolar deynên kompanyayan e, ku di navbera Îlona 2022’an û Adara 2023’an de kom bûbûn. Di peymanê de nehatiye diyarkirin ka dê ev pere çawa û kengî ji kompanyayan re bên dayîn.

Di dema rawestandina hinardekirinê de, hin kompanyan wek DNO berhema xwe di firotin bazara navxweyî. Tenê DNO'yê di nîvê yekem ê îsal de, rojane bi giştî 78,400 bermîl petrol ji zeviyên Tawkê û Pêşxabîrê hildiberand û di bazara navxweyî de difirot. 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment