DEM Partî: Bila Mafê Hêviyê Bo Abdullah Ocalan were nasîn

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di helmeta bi navê Em Aştiyê dixwazin de hevşaredar û siyasetmedarên DEM Partiyê amaje kirin ku divê êdî demildest bo çareseriyê gavên şênber werin avêtin û ji bo ku pêvajo bi awayeke bibandor û encamder bimeşe divê mafê hêviyê bo Abdullah Ocalan were nasîn.

Ji aliyê Dem Partiyê ve li Diyarbekirê çalakiyek bi navê “Em Aştiyê Dixwazin” hat li darxistin û di çalakiyê de rayedarên Dem Partiyê amaje kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê êdî gavên şênber werin avêtin. Beşdarên çalakiyê amaje kirin ku êdî şer û pavçûn rawestiyane û çek ji holê rabûne ku ev yek zemîna aştiyê jî xurt dike lê pêdiviya civakê jî bi gavên ku baweriya bo pêvajoyê xurt bike heye. 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatûn ji K24ê re got: “Bi rastî êdî dewlet jî fam kiriye ku ev pirsgirêk bi şer û pevçunan nameşe û di pêvajoyê de em gihiştine qonaxek baş, em di asteke baş de ne. Ji ber wê jî êdî dem hatiye ku gav li pey gavan were avêtin da ku aştî pêk were.”

Di çalakiya Dem Partiyê de di çarçoveya helmeta Em Aştiyê dixwazin de îmze jî hatin komkirin û kesên îmze avêtîn jî anîn zimên ku êdî hemû alî gihiştine wê nêrînê ku ji bilî aştiyê rêyeke din nîne û ji ber wê jî divê hemu alî berpirsiyariyên xwe cîbicî bikin û bal hate kêşan ji bo ku pêvajo bi awayeke bibandor bimeşe jî divê mafê hêviyê  were nasîn.

Hevserokê Yêkîtiya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê Sîraç Çelîk dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku dê aştî were vê erdnîgariyê, çalakiyên wisa dê sudê bidin çareseriyê, êdî bila şer û pevçun û mirin çênebin, bila dayîk negirîn, çalakiyên me dê berdewam bin.”

Rayedarên Dem Partiyê balê dikêşin ku dê di meha cotmehê de pêvajoya nu bibe 1 salî û heta meha cotmehê ew çaverê ne ku dewlet di pêvajoyê de gavek şênber biavêje.

 
Fly Erbil Advertisment