Ocalan: Pêşketina pêvajoyê bi pêdiviyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê naveroka hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ocalan careke din tekezî li ser girêdana pêvajoya çareseriyê bi pêkanîna pîvanên siyasî û hiqûqî kiriye.

Di daxuyaniya ku îro, 4ê Cotmeha 2025an hat weşandin de, hat diyarkirin ku şandeyê roja 3ê Cotmehê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtineke ku nêzîkî sê saet û nîvan dom kirî, bi Abdullah Ocalan re pêk aniye. Heyetê da zanîn ku "Birêz Ocalan weke her carê bi moraleke bilind, saxlem û xwebawer bû."

Di daxuyaniyê de hat gotin, Ocalan bal kişandiye ser rewşa bêpevçûn a salekê ya di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de û destnîşan kiriye ku bi saya vê pêvajoyê rê li ber xeteriyên mezin hatiye girtin û keda her kesê ku di vê yekê de rol lîstiye, bi rûmet e.

Pêşniyara "Demokrasiya Danûstandinê"

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan pêşniyara "demokrasiya danûstandinê" wekî modelek çareseriyê ya girîng bi nav kiriye û gotiye: "Yek ji modelên çareseriyê yên girîng ku şaristaniyê piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin ên di şerên cîhanê de pêş xistiye, demokrasiya muzakereyê ye. Divê rêbaz û mekanîzmayên ku bingeha vê yekê pêk tînin, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derve weke esas werin girtin."

"Pêdiviyên Hiqûqî Divê Werin Pêkanîn"

Ocalan amaje bi wê kir ku ew li ser helwesta xwe ya di daxuyaniya 27ê Sibatê de disekinin û wiha gotiye: "Em li pişt wê hevoka xwe ne ku me di daxuyaniya 27ê Sibatê de anîbû ziman û gotibû 'pêşketina pêvajoyê bi pêdiviyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye'." Herwiha tekez kiriye ku di qonaxa heyî de, destnîşankirin û pêkanîna pêdiviyên hiqûqî bi nêrîneke rast û giştgir, gelekî girîng e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, Ocalan diyar kiriye ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê were avakirin.

 
Fly Erbil Advertisment